HEMÛ REŞIKÊN CIHANÊ



HEMÛ REŞIKÊN CIHANÊ

"Ew reşikan bînin min, hemû reşikên yê cihanê
Tenê ew hilbigirin cenaza min"
Peyvên dawîn yê Selamiyê zarokê kolanê

Dibêjim hemû reşikên cihanê
Hemû reşikan bînin li wir
Ne bi tenê yên ku bi postên reş
Hemû çewçandiyan (bindestan) bînin
Dibêjim hemû nehatine jimartin
"Zarokên Xweda yên zir" lo!
Behsa yên ku li rûyê te wek alekê biêş dihêje dikim
Xeberekê dawî bidim li kapîtalîzmên û li we
Paşê ez ê cehneme bim herim ji ev gerstêrka lanet

Dibêjim hemû reşikên cihanê
Reşikên kolanê bînin li wir
Wek xetayek rêzimanî ya ku nivisî li deftera jiyanê
Ji zikê dayikên xwe ji nişka ve hatine qewirandin
Bi kutan ve hatiye zibil kirin, bi dijûn ve hatiye av kirin
Behsa kelemên Deveyê dikim
Li baxçeya herî yelda ya Arabeskê

Yên ku em bi heceyên tarûmar ve dîroka wan bi bîr tînin
Ku gotine "min bi xetayên min hez bikin" bînin min
Yên ku gotine "Ev evîn diya min ga“ bînin min

Dibêjim hemû reşikên cihanê
Reşikên înşeatê bînin li wir
Xeyalen wan yên hilpêsiriye li xurbetê
Karkerên giran ên ku pevgihaniya tîp bi tîp lê dikin bînin
Reşikên merdîwan paqij dikin û Qewatên bistûkûrbend wan bi gotinê "emele" biçûk dibînin bînin min
Xwîşkên ku bi kefê/mistê xwe wek barîkat re li dijî birçîbûnê qehreman
Li ser zarokên xwe wek çengê teyra bînin

Dibêjim hemû reşikên cihanê
Raşikên ku hatine qetl kirin, bişavt kirin,  koçkirin
Çivîkên ahê ku li Kurdistanê hatine qetl kirin bînin min
Tîpên di nav xwîn de yên ku di 38an de ji Dêrsimê de hatine koçkirin
Ji nîjadên ku we di 1915an de nijadkujî kir
him jî vê yekê
Çiyên ku boriya wî bi Ermenkî, bi Suryankî, bi Romkî disêwirî bînin
Dibêjim hemû reşikên cihanê

Ez zarê orispî me, barkêşê xema
Min êşên xwe rihot deftera seyrê asîmanê
Lê ti kesî min nahêjîne,heta ahê min erd û ezman bide nalîn jî 
Çiqas zaf dîwarên hilweşandî dicemide di hundurê de
Çiqas zaf hate pincirandin Atlasa bûcirkê navê min

Dibêjim hemû reşikên cihanê
Ji bo bi paş de avêtina êşê, gûyê ku ji temarê xwe re diziqimim
Vê carî gihîşt doza pirole, nizanim ew teamuden bû an na
Lê ez di ahê her reşikê de dijîm heta hûn nabînin jî..
Roj bê hemû reşikan bi hostayên mulkiyet û zilmê re hesabê xwe bibînin
Bi giran tonajî birçî mam, pîç mam li vî kolanan
Topyekûn dizanin vê yekê şevên gezik û kuçikên ber derî
Heta gunê dayîka min jî bi min nayê, bi tenê tîvilan dikarin bikolin maxbera min
Di gerstêrka te ya zalim de ez yek carî hatim cihanê hezar û yek carî mirim
Di diya kapîtalîzmê û xuretiyê (ziktirşî) mulkiyeta we nim
Cehneme dibim û diçim aha, qehra xwe ji wîjdana we ya reş re neynik digirim
Bes e, niha kaxizên rojname ya bêqîmet biavêjin li ser min
Her çawa be şaredarî rake laşê minê zaf-bêkes
Hemû reşikên cihanê bînin li wir

Helbestvan: Serkan Engin
Werger: Muhammet Sezen

Comments